Nîsan 13, 2021 18:35 Asia/Tehran
  • Iraqçî qala destpêbûna zengînkirina 60% a Uraniyûmê li Îranê kir

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê qala destpêbûna zengînkirina 60% a Uraniyûmê li Îranê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Seyid Ebas Iraqçî. Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê û gotûbêjkerê payebilind ê navokî yê Îranê ku jibo beşdariya di civîna Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî bi amadebûna Îranê û Koma 4+1ê li Viyenê ye, roja Sêşemiyê qala destpêbûna zengînkirina 60% a Uraniyûmê li Îranê kir.

Iraqçî got: Îranê îro bi nameyekê bo rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ragihandiye ku dê zengînkirina 60% a Uraniyûmê dest pê dike.

Serepeyv