Zerîf derketina meha pîroz a Remezanê li misilmanên cîhanê pîroz kir
Nîsan 13, 2021 09:00 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê di twittekê da derketina meha pîroz a Remezanê li misilmanên cîhanê pîroz kir.
Li gorî rapora Duşemiyê bi şev a IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf di vê twittê da nivîsî: Em derketina meha pîroz a Remezanê, meha dilovanî, aştî, bereket û qenciyê li hemî misilmanan pîroz dikin.
Wî ragihand: Em ji xwedayê mezin dixwazin di vê mehê da yekîtiyê jibo rûbirûbûna bi pirsgirêkan heta bidestxistina berjewendiyên hevpar ên gelên îslamî bide misilmanan û dengê heq û azadiyê li nav gel bilind bike û zilmê ji ser bindestan rake.