Şêwirmendê asayîşa netewî yê Iraqê li Tehranê: Peywendî di navbera Amerîka û DAIŞê de heye
Şêwirmendê asayîşa netewî yê Iraqê di serdana xwe ya Îranê de got: Peywendî di navbera Amerîka û rêxistina terorîst a DAIŞê de heye.
Îro 12.04.2021ê şêwirmendê asayîşa netewî yê Iraqê Qasim Erecî bi fermî serdana Tehran a paytexta Îranê kir.
Civînekî de Qasim Erecî li gel Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî ragehand: ‘’Hebûna leşkerên Amerîkayê li Iraqê sedemê herî serekî yê teror û neseqamgiriya Iraqê ye.’’
Elî Şemxanî di vê hevdîtinê de terorkirina serdar sertîp Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs wek nîşaneya hebûna piştevaniya Amerîkayê ya ji bo terorê pênase kir û ragehand: ‘’Darizandin û dadgehî kirin û ceza kirina kesên kiryara terorkirina serdar Silêmanî û Muhendîs kirine, karê wan ê herî serekî yê hemahengiya ewlehiya Tehran û Bexda ye.’’
Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Netewî ya Îranê nîgeraniyên Îranê yên derbarê zêdebûna çalakiyên terorîstên DAIŞê li Iraqê nîşan da û ragehand: ‘’Îran xwedî zanyariyên teqeze ku Amerîka piştevaniya DAIŞê dike.’’
Li gor nûçeya ajansa IRNAyê jî Qasim Erecî di civînekî de hebûna peywendiyên navbera Amerîka û DAIŞê de piştrast kiriye û ragehandiye: ‘’Dabeş kirina grubên terorîst wekî baş û xirab û danûstandin li gor du pîvanan li gel wan nîşaneya piştevaniya terorê ye.