Nîsan 12, 2021 22:02 Asia/Tehran
  • Li gor amara dawiyê li Îranê, 274 kesên din ji ber Koronayê can dan

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê de 274 nexweşên koronayî li Îranê jiyana xwe ji dest dan, ev nîşan dide ku her roj jimara pêketî û miriyên koronayê zêde dibin .

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî desnîşan kiri ku bi mirina 274 nexweşên Koronayê jimara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê can dane gihêşte 64 hezar û 764 kesan.

Dr. Sîma Sadat Larî îro Duşemê 12 Nîsana 2021 derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de  23 hezar û 311 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Bi vê yekê jimara pêketiyên Koronayê li Îranê heya vê demê gihêştiye du milyon û 93 hezar û 452 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 720 hezar û 84 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Sadat Larî got: Heya vê demê 13 milyon û 770 hezar û 167 testên Covid-19 li Îranê cih hatine.

Serepeyv