Nîsan 12, 2021 20:55 Asia/Tehran
  • Kemalwendî: Kiryarên terorîstî yên dijminan pîşesaziya nukleerê ya Îranê têk nade

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalwendî got: Pîşesaziya nukleerî ya Komara Îslamî ya Îranê ew qas kûr û bibandor e ku kiryarên terorîstî nikarin pêşiya pêşveçûna wê bigirin.

Li gor IRNAyê, Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalwendî îro amaje bi bûyera terorîstî ya li Kompleksa Zengînkirinê ya Şehîd Ehmedî Roşan (Netenz) kir û got: "Têkoşan di warê pîşesaziyê navokî berdewam dike û bi rawestana di vî warî de, wê bibe sedema serkeftina neteweya mezin a Îranê."

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê herwiha got: Bi îmkan û pisporiyê li kêleka sozdarî, wezîfenasî û fedakariya çalakvanên pîşesaziya nukleerê ya Îranê, serfiraz û seketina di vî warî de tekez e û ti guman di vî warî de tune.

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalwendî duh dema serdana Kompleksa Zengînkirinê ya Şehîd Ehmedî Roşan ji bilindiyeke çend metrî ket ku ji aliyê pê û serê xwe tûşî şikestina sivik bû.

Sibeha Yekşemê, li beşek ji tora belavkirina kehrebayê ya navenda zengînkirinê ya Netenzê qezayek çêbû.

Serepeyv