Nîsan 12, 2021 20:11 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Îran heyfa xirabkariya li navenda Netenzê ji Îsraîlê hiltîne

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê dê bi wextê xwe tola kiryara xirabkarî û sabot a di navenda navokî ya Natanz de ji Îsraîl hilîne.

Li gorî IRNAyê, Seîd Xetîbzade, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, roja Duşemiyê di civînek çapemeniyê de li bara xirabkariya Îsraîlê li navenda navokî ya Netenz diyar kir ku ev bûyer şiyana nukleerê ya Îranê kêm nake û di dewamê de got: Dezgehên ku di Netenz de bûn sentrîfûjên nifşa yekem bûn û emê makîneyên pêşkeftîtir dewsa wan daynin. Ya ku li Netenzê qewimî, pîşesaziya nukleerê ya Îranê bişûnda naxe û ne jî di riya rakirina boykot û dorpêçan de bi bandor e.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Îslamî ya  Îranê di derbarê şopandina qanûnî û siyasî ya bûyera Netenzê ya ji hêla Îranê ve jî ragihand: Li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî û Madeya 51, mafê Îranê heye ku xweparastinê bike. Ev kiryara terorîzma navokî bû ku dikarîbû bibe sedema felaketek mirovî, ji ber vê yekê ew cinayet û  tawanek e li dijî mirovahiyê.

Xetîbzade derbarê bêdengiya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya li hember xirabkariya Îsraîlê ya li navenda Netenz got: "Divê IAEA û navendên navneteweyî ne tenê vê kiryarê şermezar bikin, lê di heman demê de hewl bidin ku pêşiya kiryarên bi vî rengî bigirin."

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Îslamî ya  Îranê her wiha diyar kir ya ku li Viyanayê diqewime ne muzakireya nukleerî ye, lê diyaloga teknîkî ye ji bo rakirina ambargo û dorpêçan û got: "Me carekê li ser xalên Rêkeftina Navokî muzakere kir û xalên wê ji hemûyan eşkera ye.

Xetîbzade Derbarê rakirina dorpêçên Amerîka û siyaseta Îranê di warê vegera Amerîka bo ser Rêkeftina Navokîtekez kir: Divê rewş vegere Çileya 2017; Amerîka li gor biryarnama Konseya Ewlekariyqa NY ya 2231 de berpirsiyariyên xwe hene û li gor Rêkeftina Navokî jî wê berpirsiyariyên xwe  hene.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Îslamî ya  Îranê derbarê peywendîyên Îran û Iraqê de jî  ev pêwendî piralî, gelêrî û stratejîk bi nav kir û got: Têkiliyên parêzgehan, hem bi Herêma Kurdistanê û hem jî bi deverên din ên Iraqê re, di astên curbicur de têne şopandin û têkiliyên di navbera parêzgehên her du welatan de, nemaze parêzgehên sînorî, di astên pir baş de têne şopandin.

Xetîbzade derbarê deynên Îranê yên ser Iraqê jî got: "Di derbarê van deynan de gelek tedbîr hatine girtin; rast e vê yekê astengiyên xwe hene, lê pêşkeftin jî çêbûne.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Îslamî ya  Îranê Derbarê seredana wezîrê karên derve yê Rusya bo Tehranê jî got: "Wezîrê karên derve yê Rûsiya dê sibe (sêşem) di seredana xwe ya Tehranê de ji bilî kombûna digel serokomar û wezîrê karên derve yê Îranê, dê rêkeftinek hevkariyê ya berfireh û her alî jî  imza bike."

Serepeyv