Nîsan 12, 2021 19:25 Asia/Tehran
  • Salihî: Sîstema Elekterîkê ya acil a navenda Netenz dubar hat birêxistin

Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê, Elî Ekber Salihî îro ragihand, bûyera li binkeya atomî ya Netenezê “terora atomî” ye. Wî herwiha agahî da ku sîstema Elekterîkê ya acil a navenda Netenz dubar hat birêxistin.

Li gor IRNAyê, Elî Ekber Salihî ragihand, heya asteke mezin sebebkarên bûyera Netenzê ji me re eşkera bûne û di dewamê de got: Sîstema Elekterîkê ya acil a navenda Netenz îro dubar hat birêxistin û karên din a restorekirinê jî bi başî pêşve diçin.

Salihî herwiha got: "Dijmin dixwaze bêhêvîtiyê çêbike, lê ew pir şaş difikire."

Li gorî gotina Salihî: Beşek girîng a xirabkariyên dijmin dê were cebirandin û ev karewan dê herikîna xwe berdewam bike.

Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê got: Ev bûyera bê guman kiryarî û sabotaj bû û pergalên ewlehiyê nêzîkî peydakirina koka sebeba vê bûyerê bûye.

Salihî tekez kir: Ev kiryarên bi vî rengî yên sabotaj bi ti awayî nikarin Îranê bidin sekinandin.

Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê herwiha got: Zengînkirina li Natanzê nesekiniye û bi hêz pêşve diç,.helbet, hin makîneyên ku ji sîkla karê xwe derketine divê werin hilkolandin û vegerandin.

Salihî bi bîrxis, riya rûbirûbûna Îranê riya bi rûmet a zanist û têkoşanê ye, lê riya wan bêşerefî û serşûrî û mexenetiyê ye.

Berî vê yekê "Behrûz Kemalwendî", berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, ragihandibû: Di sibeha (Yekşem) de, li beşek ji tora belavkirina kehrebayê ya Kompleksa Zengînkirinê ya şehîd Ehmedî Roşan (Netenz) qezayek qewimî.

Kemalwendî got:Sedemên qezayê têne lêkolîn kirin û  agahdariyên zêde dê paşê bêne ragihandin.

Serepeyv