Nîsan 12, 2021 14:52 Asia/Tehran
  • Medyaya Rejîma Îsraîl: Mossad li pişt êrîşa elektronî ya ser bingeha Netenzê ye

Radioya giştî ya Rejîma Îsraîlê duh li gor çavkaniyên Îstîxbaratî yên vê rejîmê ragihand ku vê rejîmê êrîşa sayber ya ser bingeha Îranê ya Atomî Netenz encam daye, di vî halî de televîziyoneke Rejîma Siyonîstî got ku ev teqîn ji ber êrişa Îsraîlê ya bi madeyên teqemiyê bû.

Ajansa Reuters li gor radioya giştî ya Rejîma Îsraîlê dibêje, li gor çavkaniyên Îstîxbaratê yên ku xwe nedane naskirin hatiye ragihandin ku endamên saziya Mossadê êrîşa sayberî ya elektronî li dij dezgeha Natanz ya atoma Îranê pêkanîye.

Ji aliyê din ve Kanala Siyonîstî ya 13`an ragihand: "Teqîna li avahiya Netnez a Îranê ji ber êrişa Îsraîlê ya bi madeyên teqemiya, ne ku ji ber sîberî bû."

Behroz Kamalwendî Berdevkê Saziya Navokî ya Îranê gotbû ajana Nûçeyan ya Faris "Serê sibeya duh yekşemê hêza elektirîkê ji beşekî navenda Netenz hatiye qutkirin û sedema wê hêjî nayê zanîn."

Derbarê bûyera li ser malpera Netenzê, Elî Ekber Salihî, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê, got ku kiryara dijî navenda zengînkirinê ya Netenzê têkçûna dijberên pêşveçûna pîşesazî û siyasî ya welat û têkçûna dijberên gotûbêjên Îranê yên rakirina cezayên zordarane nîşan dide.

Li gorî vê raporê, Komara Îslamî ya Îranê,  ev tevgera kirêt  û çewt şermezar kir û li ser mafê xwe yê berheq ya standina heyfa vê kiryarê ji sebebkarên wê tekez.

Serepeyv