Nîsan 12, 2021 11:47 Asia/Tehran
  • Zerîf: Siyonîst dixwazin tola serkeftina Îranê ya di riya rakirina dorpêçan de hilînin

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf got: Siyonîst dixwazin tola serkeftina Îranê ya di riya rakirina cezayên zordarane de hilînin, lê Komara Îslamî rê nade wan ku karekî wiha bikin.

Li gor IRNAyê, Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro li rûniştina Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişande ser bûyera duh li Netenzê û li ser pêwîstiya parstina cidî û guncan a teşkîlatên navokî û zanyarên navokî di vê rewşa hestyar de tekez kir.

Zerîf diyar kir ku karbidestên sîyasî û leşkerî yên Rejîma Siyonîst bi eşkere diyar kirin ku ew rê nadin pêşveçûna Îranê di rakirina cezayên zalimane de û naha werdifikirin ku ew ê bigihin armanca xwe. Wî di dewamê de got: Siyonîst dê bersiva xwe di pêşkeftina bêtir a bernama nukleerê ya Îranê de bigirin. 

Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Netenz dê ji berê bihêztir were bi saya bikaranîna makîneyên pêşkeftî were avakirin. Ger siyonîst fikir dikin ku em li muzakireyan lawaz bûne şaş difikirin, ya rast ev kiryara wan a ji ser lawaziyê helwêst û mewqiya me bi hihêztir dike û divê aliyên danûstandinan bizanibin ku heke wan berê bi makîneyên nifşa yekem  yên zengînkirina uranyumê re rûbirû bûn niha Netenz dikare bi santrayîjên pêşkeftî yên bi kapasîteya zengînkirina şendîn qatî zêde tijî bûye.

"Behrûz Kemalwendî", berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, ragihand: Di sibeha (Yekşem) de, li beşek ji tora belavkirina kehrebayê ya Kompleksa Zengînkirinê ya şehîd Ehmedî Roşan (Netenz) qezayek qewimî.

Kemalwendî got:Sedemên qezayê têne lêkolîn kirin û  agahdariyên zêde dê paşê bêne ragihandin.

Serepeyv