Nîsan 11, 2021 14:36 Asia/Tehran
  • Heta îro 11ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 667 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 2 miliyon û 70 hezar û 141 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 710 hezar û 947 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 21063 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 2 miliyon û 70 hezar û 141 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 258 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 64 hezar û 490 kesî kesî."

 

 

Serepeyv