Nîsan 09, 2021 17:54 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Rakirina gişt boykotên Amerîkayê pêngava pêwîst jibo rakirina Peymana Navokî ye

Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê rakirina gişt boykotên Ameîrkayê wek pêngava pêwîst jibo vejiyandina Peymana Navokî da zanîn.

Li gorî rapora Fars Newsê, Duyemîn civîna Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî ku ji roja Sêşemiyê va li Viyenê hatibû destpêkirin, îro Îniyê hat lidarxistin.

 

Raberkirina rapora şêwirînên teknîkî yên pêkhatî di civînên komên karzaniya "Rakirina boykotan" û "Navokî" mijara herî girîng a civîna îro bû.

Di civîna îro da, nûnerên Yekîtiya Ewropayê wek hevahengkirên civînên karzaniyê, encama şêwirînên karzanên Îranê û welatên 4+1ê ragihandin Komîsiyona hevpar.

 

Seyid Ebas Iraqçî, Alîkarê siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê û serokê desteya îranî, di vê civînê da tevî pêgiriya li ser vîn û îradeya Komara Îslamî ya Îranê jibo domandina danûstandinên cidî, got: Ev yek girêdayî bin dîtina vîna siyasî û cidîbûna aliyê hember e û heke wiha nebe, dê tu hegerek jibo dewama gotûbêjan tunebe.

Iraqçî destnîşan kir: Rakirina gişt boykotên Amerîkayê ku di serdema serokomarê berê yê wî welatî hatine sepandin, pêngava pêwîst jibo vejiyandina Peymana Navokî ye û tenê piştî ceribandina rastiyê ya betalkirina van boykotan, Îran amade ye da ku pêngavên xwe yên cebirandinê rawestîne û vegere cihanîna tam a Peymana Navokî.

 

 

Serepeyv