Zerîf: Gioşt boykotên Trump dijî Peymana Navokî ne û divê bên rakirin
Wezîrê karên derve yê Îranê li ser rakirina gişt boykotên Amerîkayê li dijî Îranê pêgirî kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Îniyê di twittekê da nivîsî: Gişt boykotên Trump dijî Peymana Navokî ne û divê bên rakirin.
Zerîf her wiha nivîsî: Îran rêya mentiqî jibo sozdariya tam derheqê Peymana Navokî raber dike: Amerîka - ku ev qeyran pêk anî - divê destpêkê vegere sser sozên tam; Îran piştî ceribandina rastîn a bilez, dê pêngava beranber rake.
Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Gişt boykotên Trump dijî Peymana Navokî bêyî berçavgirtina ciyawazî û binavkirinên bêmentiq û xweseraner divê bên rakirin.
Duyemîn civîna Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî ku ji roja Sêşemiyê va li Viyenê hatibû destpêkirin, îro Îniyê hat lidarxistin.
Di civîna îro da, nûnerên Yekîtiya Ewropayê wek hevahengkirên civînên karzaniyê, encama şêwirînên karzanên Îranê û welatên 4+1ê ragihandin Komîsiyona hevpar.