Nîsan 09, 2021 14:57 Asia/Tehran
  • 9 berhemên navokî li Îranê hatin nimandin

9 berhemên pîşeya navokî bi hewildan û pisportiya zanyarên îranî li navçeya navokî ya Isfehanê (navenda Îranê) hatin xwecihîkirin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB Newsê, Karzanekî bilind ê navokî bi gotina vêya ku plandarêştin û berhemanîna van berheman xwedan bandoreke girîng di pêvajoya berhemanîna ardûta navokî ye, got: Gelek jivan berheman di pawana çend welatên ewropî bûn ku bi berhemanîna wan, Îranê tevlî çêkerên wan li cîhanê bû.

Vî karzanê navokî tevî amajeya bi plandarêştin û berhemanîna nimûneya ardûya mecazî bo cara yekem li Îranê, got: Me karî bi vê dahêneriyê, ardûya mecazî ya reaktora Erakê dîzayn bkin û testên pratîkî li ser vê planê cih bînin.

Vî zanyarê navokî, Uraniyûma metal jibo berhemanîna ardûya reaktoran berhemeke din da zanîn û got: Bi berhemanîna vê berhemê ji bilî vêya ku Îran tevlî komeke dîzaynerên ardûyê li cîhanê bû, karî şiyana pêşxistina ardûyê li reaktora Têhranê jî bi dest bixe.

Vî karzanê navokî got: Berhemin jî hatine berhemanîn ku wek radyoderman jibo têderxistina gelek ji nexweşiyan tên bikaranîn û di dermankirina kanseran da tên bikaranîn.

 

Serepeyv