Nîsan 09, 2021 14:39 Asia/Tehran
  •  Heta îro 9ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 667 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 2 miliyon û 29 hezar û 412 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 693 hezar û 5 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 22478 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 2 miliyon û 29 hezar û 412 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 155 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 64 hezar û 39 kesî kesî."

 

 

Serepeyv