Nîsan 09, 2021 12:43 Asia/Tehran
  • Xerîb Abadî: Tenha bijardeya ser maseyê ya Îranê betalkirina pratîkî ya gişt boykotan û ceribandina rastiyê ye

Balyoz û nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê destnîşan kir: Tenha bijardeya ser maseyê ya Îranê betalkirina pratîkî ya gişt boykotan û ceribandina rastiyê ye.

Kazim Xerîb Abadî, Balyoz û nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di gotûbêja bi navenda ragihandinê ya KHAMENEI.IR ra got: Ev Îran nîne ku ku sizên xwe yên li gorî Peymana Navokî binpê kiribin.

Xerîb Abadî her wiha got: Îranê gişt sozên xwe yên li gorî Peymana Navokî cih anîn û ev Amerîka bû ku sozên xwe binpê kirin û siyaseta dijminane li hemberî gelê Îranê girte ber xwe.

Li gorî gotina Balyoz û nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê, Li Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî ji aliyê Îranê va hatiye ragihandin ku gişt boykot divê bên betalkirin.

Xerîb Abadî her wiha got: Wateya ceribandina rastiyê ev e ku Komara Îslamî ya Îranê divê di warê firotina petrolê da bikare girêbestên xw eyên petrolê girêbide û petrola xwe bifiroşe û çavkaniyên xwe yên aborî bi riya kanalên bankî bîne hundirê welêt an mesrefine din jibo wan berçav bigire.

 

 

Serepeyv