Nîsan 08, 2021 14:54 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Di zanist û teknolojiyê de em li ser piyê xwe ne û eva ji me re şanazî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî tekez kir: Di zanist û teknolojiyê de em li ser piyê xwe ne û eva ji me re şanazî ye.

Li gor IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî roja Pêncşemê di konferansa vîdyoyê de ya ji bo desbikarkirina pênc projeyên neteweyî yên bingeh-zanist û nûjenkariyê got: "Ji bo îranîyan pir bi şanaz e ku em gav bi gav di warên zanist û teknolojî de nêzîkî rawestana ser piyên xwe dibin û digihêjin xwetêrbûnê."

Rûhanî her wiha got: "Em bi çavên xwe desbikarkirina projeyên teknolojîk û zanistî yên pir girîng dibînin ku di pir waran de Îranê bê hewce bi derve dike û hewcedariya me bi kirîna gelek berheman ji derve ji holê radike."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha diyar kir: Serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump ji hemî mirovkuj û cinayetkarên dîrokê pêşvetir çû û li dijî miletê Îranê dest bi şerekî kir ku mînaka xwe tine û li dijî gelên Îranê cezayên tam û tekûz da destpê kirin.

Rûhanî tekez kir ku Amerîka welatek e ku ji Koronayê pir ziyan û xisar dîtiye û got: Hikûmeta zalim û dijî qanûnê ya Amerîkayê li dema pandemya Koronayê jî ti hêsankariyek bikar neanî û cezayên li dijî Îranê sivik nekirin da ku Îran bikare Vaksîna Koronayê bikire. Ji bo ku em bikarin vaksînê ji Covaxê bikirin ji me re bona veguhestina dirav pirsgirêkên zav çê kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îro jî karbidestên Amerîkî îdîa dikin ku Trump xeletiyek kir û bi zelalî dibêjin ku wî riya çewt hilbijart û zexta herî zêde têk çûye.

Rûhanî tekez kir: Hemû cîhan dipejirîne ku zexta herî zêde ya li dijî neteweya Îranê ji bo armancên diyarkirî ji sedî sed têk çûye.

Serepeyv