Xetîbzade: Pêdivî ye ku Amerîka hemî cezayan rake
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzadeh got ku Amerîka divê hemî cezayan rabike ger ku ew dixwaze Rêkeftina Navokî rizgar bike.
Xetîbzade di hevpeyvînekê de bi Press TV re şeva Sêşemê, got: "Tehran dê ti planek gav bi gav ya vejandina rêkeftina navokî ya 2015 qebûl nake."
Ebas Iraqçî, cîgirê sîyasî yê wezareta karên derve ya Îranê, piştî bidawîhatina civîna komîsyona hevbeş ya Rêkeftina Navovokî jî got: "Gotûbêjên taybetî jibo rakirina dorpêçan û kiryarên Îranê derbarê Rêkeftina Navokî li Viyena berdewam dikin. "
Li gorî gotina wî, desteya danûstandinê dê li Viyena de bibe da ku roja Înê civînek din pêk bînin.
Civîna 18emîn a Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî li Viyana paytexta Avusturyayê(Otrîşê), bi beşdariya şandên Koma 4 + 1 û her weha Îranê hate li dar xistin.
Heyeta îranî ji aliye Iraqçî Alikare Wezareta Derve ya Îrane ve Enrique Mora Alikare Sekretere Giştî yê Xizmeta Çalakiya Derve ya Yekitiya Ewropaye bi nûneratiya vê yeketiyê di vê civînê de beşdar bûn.