Nîsan 06, 2021 20:12 Asia/Tehran
  • Zerîf: Gotûbêja digel rayedarên Qirqîzistanê li ser berfirehkirina pêwendiyên aborî bû

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir, Gotûbêjên digel rayedarên Qirqîzistanê li ser berfirehkirina têkiliyên aborî bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di twittera xwe da nivîsî: Tevî pêgiriya li ser berjewendiyên hevpar, gotûbêjên tev rayerdarên Qirqîzistanê li ser bikaranîna pêwendiyên kevn navbera du welatan jibo berfirehkirina pêwendiyên aborî û hêsankirina bikaranîna riyên tranzîtî yên navneteweyî bû.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha nivîsî: Ez ji hebûna li Qirqîzistanê û gotûbêja bi serokomarê vî welatî û wezîrê karên derve û rayedarên din ên payebilind pirr kêfxweş im.

 

Serepeyv