Heta îro 6ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 667 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Nîsan 06, 2021 14:57 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 963 hezar û 394 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 667 hezar û 79 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 17430 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 963 hezar û 394 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 174 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 63 hezar û 506 kesî kesî."