Nîsan 05, 2021 21:03 Asia/Tehran
  • Xetîbzadeh: Rojeva Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî bicihanîna berpirsiyariyên aliyên wê ye

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade tekez kir: Rojeva Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî bicihanîna berpirsiyariyên aliyên, ew îmzekirî ye.

Li gorî Klûba Rojnamevanên Ciwan a Îranê, Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  "Seîd Xatîbazade" îro Duşemê got ku civîna Komîsyona Hevpar a sibê (Sêşem) ji civînên berê yên vê komîsyonê ne cuda ye û got: "Rojeva vê civînê rakirina dorpêçên zordarane yên Amerîkayê dijî Îranê û çawaniya bicihanîna berpirsiyariyên aliyê vê rêkeftinê ye."

Xetîbzadeh herwiha got: Pêdivî ye koma 4 + 1 berpirsiyariyên xwe li hember Îranê bicîh bîne.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Derbarê îdiaya Wall Street Journal ku gotibû du rêkeftin li Viyenayê hatine encamdan, got: "Li ku û çawa danûstandinên 4 + 1 bi Amerîkayê re pêk tên, girêdayî koma 4 + 1 bi xwe ye."

Xetîbzadeh tekez kir ku rê diyar e û pêdivî ye ku sizayên ku Amerîkayê li dijî Îranê sepandine bi tevahî bên rakirin û rastiya vê yekê îsbat bibe tenê gavek me heye, ew jî rakirina  û bi tenê gavek maye û ew jî rakirina hemî cezayên Amerîkayêî ye û di berdêla wê de, Îran amade ye ku tedbîrên xwe yên cebirandinê rawestîne û paşda vegere.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê belgeya bernama hevkariyê ya berfireh a Îran û Çînê de jî got ku ev belge hîn nebûye peyman.

Derbarê ihtimala îmzekirina belgeyeke weiha bi welatên din re, Xetîbzade got: "Ew gengaz e û belgeyek di navbera Îran û Rûsiye hebû  ku divê wê em nû bikin.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê serdana Serokwezîrê Koreya Başûr bo Tehranê jî got: "Em pêşwaziya vê seferê dikin û pirsgirêkên diyarkirina hûrguliyên teknîkî yên seferê diqedin û em ê di zûtirîn dem da derbarê wê agahiyan bidin."

Serepeyv