Nîsan 04, 2021 19:47 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Piştevaniya ji berhemanînê hewcedara kiryarên pratîkî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Piştevaniya ji berhemanînê hewcedara kiryarên eynî û pratîkî ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di dused û çardehemîn civîna Erkantiya Hevahengiya aborî ya dewletê da derbarê kiryar û bernameyên pêşniyarkirî jibo serêxwegirtina dirûşmeya salê ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi navê "Berhemanîn, Piştevanî, rakirina berbendan", got: Dirûşmeya îsal peyama aramî û berdewamiya nêrîna piştevaniya ji berhemanînê di siyasetên welêt da digire ber xwe.

Rûhanî her wiha got: Tiştê ku roja îro zêdetir ji her tiştî girîng e, piştevaniya giştalî ji xurtkirina berhemanîn û baştirkirina atmosfera kar û pîşeyê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rakirina boykotan û rastbînî jibo xweşkirina rêya berhemanînê ji bernameyên dewletê jibo serêxwegirtina dirûşmeya sala 1400î ye.

Rûhanî destnîşan kir: Dirûşmeya sala 1400î bi xurtkirina fêrkirin û lêkolînê di yekîneyên pêşeyî û berhemanînê da, navendên lêkolîn û pêşketinê û piştevaniya herî pirtir ji kompaniyan zanistbingeh dê serê xwe bigire.

 

Serepeyv