Xetîbzade: Siyaseta diyarkirî ya Îranê rakirina hemî ambargo û cezayan e
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê; şertê sekinandina pêngav û tedbîrên berdêlê yên Îranê rakirina bi tevahî ya ambargo û cezayên amerîkî û îsbatkirina rastiyan da zanîn.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîziyona Îranê; Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Seîd Xetîbzade îro Şemiyê di bersiva gotinên Alîkarê berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê rakirina gav bi gav a cezayên li ser Îranê got: "Çawa ku gelek caran me bi eşkere diyar kiriye, ti pilanek gav û gav li qadê nîne û siyaseta diyarkirî ya Komara Îslamî ya Îranê rakirina hemî cezayên Amerîkayê li dijî Îranê ye,Çi yên ku Trump piştî derketina ji Rêkeftina Navokî ser Îranê sepandine, çi cezayên ku di bin navekî din de hatine danîn.
Xetîbzade diyar kir: "Bê guman, rakirina dorpêçan divê bibandor bibe û ji hêla Îranê ve were piştrast kirin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: "Rawestandina pêngav û tedbîrên berdêlê yên Îranê û vegera wan dê tenê piştî rakirina hemî ambargo sizayan û îsbatkirina rastiyê pêk were."