Nîsan 03, 2021 16:00 Asia/Tehran
  • Li gor amara dawiyê li Îranê, 123 kesên din ji ber Koronayê can dan

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê de 123 nexweşên koronayî li Îranê jiyana xwe ji dest dan ku bi vî awayî jimara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê can dane gihêşte 62 hezar û 999 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî herwiha îro şemê 3 Nîsana 2021 derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de 11 hezar û 420 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku hezar û 60 kes li nexweşxanê de hatin razandin. Bi vê yekê jimara pêketiyên Koronayê li Îranê heya vê demê gihêştiye milyonek û 920 hezar û 394 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 642 hezar û 418 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Heya vê demê li gor amarên fermî yên welatên cîhanê zêde ji 130 milyon kes li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine û zêde ji 2 milyon û 852 hezar kesan jî ji ber vîrusa Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv