Nîsan 03, 2021 14:25 Asia/Tehran
  • Salihî: Rêkefyçtina Navokî ji xitimînê derdikeve

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê balkişand ser vê yekê ku xitimîna Rêkeftina Navokî ber bi têkçûnê ye û got: Mijara axaftinên li ser Rêkeftina Navokê ketiye qonaxa teknîkî û ji pevçûnên destpêkê derbas bûye, Eva tê vê wateyê ku bendên destpêkê hatine şikandin, ku eva "mizgîniyeke baş" e.

Li gorî IRNA, Elî Ekber Salihî şeva Înê di hevpeyivînek li ser tora civakî "Club House" got: "Hefteya bê li Viyena, mijarên teknîkî têne gotûbêj kirin û pirsgirêkên teknîkî, nîqaşa navendî ya Rêkeftina Navokî di çarçoveya pirsgirêkên hiqûqî û siyasî de ye."

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê herwiha got:  Civîna roja Înê ya Komîsyona Rêkeftina Navokî çarçoveya siyasî û hiqûqî nirxand.

Civîna Komîsyona Rêkeftina Navokî roja Înê bi serokatîya Enrique Mora, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Derve yê Yekîtîya Ewropayê, li ser nûneratiya ji aliyê Koordînatorê Rêkeftina Navokî Joseph Borrell, û Seyd Ebas Iraqçî, Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê, serokatiya şandeya Îranê kir.

Di civînê de, beşdaran hêviya vegera gengaz a Amerîka ji bo Rêkeftina Navokî û piştrastbûna derheq vê yekê ku peyman bi tevahî û bi bandor ji hêla hemî aliyan ve cih were.

Salihî her wiha pê de çû ku divê Amerîka bigihîje vê aqilmendiyê û dibe ku niha jî gihêştibe ku her qas zêdetir zextê li Komara Îslamî ya Îranê bikin, ew qas Îran ê bihêztir bibe û di dewamê de got: Îran kilîta zêrîn a herêmê ye; Heke ew dixwazin qufilê deverê vekin; ya rast kilîy Îran e.

Serepeyv