Zuwelnûrî: Îran û Rûsya amadekariyê dikin ji bo îmzekirinai peymanek stratejîk
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îran û Rûsiya lê digerin peymana stratejîk a hevpar îmze bikin.
Îro IRIB Newsê ragihand ku Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mucteba Zuwelnûrî bal kişande ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îran û Rûsiya lê digerin peymana stratejîk girê bidin û got: Azmûna belgeya stratejîk a 25 salan a Îran û Çînê dikare bi ûsyayê re jî were dubare kirin.
Zuwelnûrî herwiha got: Mijara rêkeftina ser belgenama stratejîk a demdirêj a Komara Îslamî ya Îranê bi Rûsiyê re di seredana serokê meclisa şêwra îslamiya Îranê û heyeta pê re bo Rûsyayê ya sala buhurî hate raber kirin û ji aliye rayedarên rûsî hate pêşwazî kirin .
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: Şêwirmendiyên têkildarî peymana stratejîk a di navbera Komara Îslamî ya Îran û Rûsyayê de niha bi riya saziyên peywendîdar têne şopandin Zuwelnûrî di dewamê de got: Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê dê bi tevahî piştgiriyê bide hukûmetê di encamdana belgenama stratejîk a Komara Îslamî ya Îranê bi Rusyayê re.