Nîsan 02, 2021 19:38 Asia/Tehran
  • Zerîf: Dê tu hevdîtineke rayedarên Îran û Amerîkayê tunebe

Wezîrê karên derve yê Îranê pêkanîna her cûre hevdîtinekê navbera rayedarên Îran û Amerîkayê nepêwîst da zanîn.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Îniyê di twitekê da tevî ragihandina lihevkirina Têhranê û endamên mayî yên Peymana Navokî jibo lidarxistina civîna amadeyî li Viyenê nivîsî: Di civîna mecazî ya Komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî da, Îran, Yekîtiya Ewropayê, sê welatên ewropî zêdeyî du welatan (Çîn û Rûsiye) li hev kirin ku gotûbêjên hizûrî Sêşemiya hefteya tê li Viyenê bidomînin.

Zerîf her wiha got: Armanc bidawîanîna bilez a rakirina boykotan û kiryarên navokî, bi riya dariştina riya rakirina hemî boykotan û piştî wê rawestandina tevdîrên cebirandinê ji aliyê Îranê va.

Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hemberî îdiaya rojnameya Wall Street Jornalê derbarê beşdariya Ameîrkayê di civîna Sêşemiyê ya Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî da, nivîsî: Dê tu hevdîtinek navbera Îran û Amerîkayê tunebe û ev karekî ne pêwîst e.

 

Serepeyv