Nîsan 02, 2021 19:38 Asia/Tehran
  • Zerîf dê biçe Asyaya Navîn

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala çûyîna wezîrê karên derve yê Îranê bo 4 welatên Uzbekistan, Qirqîzistan, Qezaqistan û Tirkmenistanê kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Îniyê bi twittekê nivîsî: Berfirehkirina pêwendiyan tev Asyaya Navîn, navçeya hevpariyên şaristanî, dîrokî û çandî, hertim ji yekemayetiyên sereke yên Îranê bûye.

Xetîbzade her wiha got: Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja Duşemiya hefteya tê, 5ê Nîsana 2021ê dê berê xwe bide Uzbekistan, Qirqîzistan, Qezaqistan û Tirkmenistanê.

 

 

Serepeyv