Nîsan 02, 2021 14:58 Asia/Tehran
  • Heta îro 2ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 633 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 908 hezar û 974 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 633 hezar û 949 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 11660 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 908 hezar û 974 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 117 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 62 hezar û 876 kesî kesî."

 

Serepeyv