Zerîf: Belgeya hevkariya Îran û Çînê ne hewce ye ku ji hêla Meclisê ve were pejirandin
Wezîrê karên derve yê Îranê bi pêşkêşkirina hûrguliyên Bernama Hevkariyê ya Berfireh a Îran û Çînê wiha nivîsî: "Ev belge li gorî destûrê hewceyî pejirandina meclisa şêwra Îslamî nine, ji ber ku ew ti peywirekê çênake, lê nusxeyek ji wê re ji serokê meclisê re hatiye şandin."
Li gorî ajansa nûçeyan a IRIB, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf kurtayiyek ji plana hevkariya stratejîk a 25 salan a di navbera Îran û Çînê de li qada sayberî weşandiye.
Wî nivîsî: " Ew weke kesekî ku pêşnûmeya pêşîn a plana hevkariya stratejîk a 25-salî ya Îran û Çîn 18 mehên berê pêşkêşî hempîşeyê xwe yê Çînî kir û danûstandinên di vê heyamê de birêve birin û di dawiyê de Şemiya borî (27ê Adarê) bi destûra hikûmetê min ew îmze kir. Ez dixwazim di vî warî de hin xalên vê bernamê pêşkêşî we bikim.
Zerîf got, "Ez piştrast im ku em hemî bi hevrêtî û hevkarî, bi xurtkirin û berferehkirina peywendîyên heralî, hevseng û bi pîvan û guncaw bi cîhan re di heyama veguhêz a niha ya têkilîyên navneteweyî, berjewendîyên netewî û geşedana domdar a welat û serbilindiya Îran û tenahî û asyêşa gelê mêrxas û şeîf ê Îranê dê garantî û dabîn bikin.
Zerîf di kurteya Bernama Hevkariya Stratejîk a Îran û Çînê ya 25-salî de wiha nivîsiye: Pêşdebirina pratîkî a têkeliyên du welatan di asta beşdariya giştalî ya stratejîk li gor danezana du serokomarên Îran û Çînê ya Sibata 2016 û ji bo dabînkirina zemînek guncan ji bo pêşxistina berfireh a hevkariyê di warên bazirganî, siyaset, aborî, çand, parastin û ewlehiyê di navbera her du şaristaniyên kevnare Asya ye.