Rêberê Înqilaba Îslamî: Peyama girîng a şehîdan ji bo kesên ku riya wan didomînin ew e ku ji tirs û kederê dûr bibin
Naveroka gotinên Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di civîna xebatkarên Kongreya 4,000 Şehîdên Parêzgeha Yezdê de ku di 15ê Adara 2021an de hatibû lidarxistin, vê sibehê li cîhê vê konferansê hate weşandin.
Di vê civînê de, Hz. Ayetullah Xamineyî pesnê bernamên xweş û nûjen ên Kongreya Şehîdên Yezd da, yên wekî çandina şitilan, dabînkirina cehîziye û qelinê bûkan, dermankirina belaş, amadekirina pakêtên meîşetê û debara jiyanê û çandî, xwendina Quranê û danîna navê şehîdan ser lorik û zarokên teze jidêbûyî û got: Li dema parastina pîroz, Yezdiyan her weha gelek înîsiyatîfên wekî kolandina kanalên di binê erdê de di dema operasyonan de bişêwaza hunera kolandina qenatên avê an afirandina gelek dikanên dirûnê û beşdariya jinan di dabînkirina cilûbergên şervanan de.
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî girtina çileya şehîdên serhildana Tewrîzê ji alîyê gelê Yezd di 30ê Adara 1978-an de wekî mînakek din ji rola mezin a Yezdiyan di demên krîtîk de nirxand û got: Bê guman, rola şehîd Sedûqî di geşedan û guhertinên şoreşê û rêberiya wî şehîdî ji bo tevgera gelê Yezdê herwiha di dewrana berevaniya pîroz de qet nayê jibîrkirin piştî wî, rehmetî Xatemî heman rê bi tenduristî domand.
Rêberê Înqilabê tekez li ser zindî hiştina peyama şehîdan kir û got: Şehîd li cîhana berzexê xwediyê jiyaneke taybetî ne, û peyama wan ya girîng ji bo wan kesên ku riya wan didomînin mizgîniya parastîbûna wan ji tirs û kederê ye.
Hz. Ayetullah Xamaney ev peyama hêvîdarker berovajî wesweseyên dinyahezan da zanîn û got: Motîvasyona şehîdan a beşdarî Qada Cîhad bûn, wekî ku di wesiyetên wan de heye, piştgiriya ji şoreşê û Îmamê mezin, berçavgirtina hîcabê, dûrkirina xerabiya dijminan û serastkirina rê ji bo hedefên pergala Îslamî bû ku divê hemû haydar bibin ev armancana nekevin destê mirovên xirab û bixerez.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, amaje bi hebûna hezar şehîdên xwendevan di nav şehîdên Yezdê da kir û got: Pêdivî ye rûyên serbilind ên şehîdan bo ciwanan bêne naskirin da ku xwendevanên îro hay ji huner û xebata mezin a nifşê berê hebe.
Rêberê Înqilabê amaje bi nexşeya domdar a dijmin kir ku ciwanan ji xeta şoreşê dilşikestî dikin an wan ji şoreşê dûr têxin û tekez kir: nabe ku wesweseyên dijmin bandor li ciwanan bike û wan bi kar bîne.
Hz. Ayetullah Xaminêyî li ser tomarkirina bîranînên dê û bav û jinên şehîdan jî sekinî û got: Pêdivî ye ku taybetmendî û fezaya malbatên ku zarokên xwe bi vê motîvasyon û baweriya bilind mezin û perwerde kirine were tomar kirin.
Di dawiyê de, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî mixabiniya xwe ji mirovên ku di bin siya Komara Îslamî de û bi saya têkoşan û xebata şehîdan û şervanên Îslamê di ewlehî û azadî de dijîn, lê berevajî armancên wan xwînên pak û paqij dixebitin diyar kir û got: Li hemberî van hewldan û xebatên mirovên hanê, hûn kar û xebata li riya heqîqet û şehîdan zêde û berfire bikin.