Adar 31, 2021 00:08 Asia/Tehran
  • Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tacîkistanê dicivin

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku li Tacîkistanê ye, bi Wezîrê Derve yê vî welatî Siracudîn Mehreldîn re civiya.

Li gorî IRIB NEWS, di civînê de, rewşa herî dawî ya têkiliyên dualî û hevkariya her du welatan a derbarê Efganistanê de hate gotûbêj kirin.

Di vê civînê de, Mihemed Cewad Zerîf pesnê gotûbêjên digel serokomarê Tacîkistanê da û tekez li ser amadebûna Îranê kir jibo berfirekirin û kûrkirina pêwendiyên dualî.

Di civînê de, wezîrê karên derve yê Tacîkistanê çand û dîroka hevpar a Îran û Tacîkistan û Efganistanê ji bo her sê welatan sermayeyek hêja bi nav kir û tekez kir li ser amadebûna welatê xwe ji bo avakirina binesaziya aboriyê ya sê alî yên wekî bihêzkirina kapasîteya tranzît û veguhestin ji riyên curbicur ên wek cade û rêhesin di navbera her sê welatan de ragihand. 

Serepeyv