Hevdîtinên Zerîf li Tacîkistanê bi serok û wezîrên derve yên welatên beşdarî Konferansa Dilê Asya re
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, ku seredana Tacîkistanê kiriye, li rex Konferansa Dilê Asya li bajarê Duşenbê bi Wezîrê Derve yê Komara Azerbaycanê, Ceyhûn Bayramov re civiya.
Li gor IRNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf û wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê, Ceyhûn Bayramov derbarê guhertin û geşedanên devera Qafqazê, hevkariyên du welatan li Xezerê û mijarên din ên siyasî û aborî ku du welatan elaqedar dike, gotûbêj kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, herwiha duh bi serokomarê Tacîkistanê Îmamelî Rehman re civiya û di civînê de mijarên dualî û hevkariyên Îran û Tacîkistanê di warên cûrbicûr yên wekî aborî, bazirganî, enerjî, pîşesazî, veguhastin, zanist û çandî de gotûbêj kir.
Hevdîtina digel Jaishinkar, Wezîrê Derve yê Hindistanê, Muhemed Henîf Etmer, Wezîrê Karûbarên Derve yê Efganistanê û Kairat Saribai, Sekreterê Rêvebir ê SIKAyê, bernamên din ên Wezîrê Derve yê Îranê bûn di vê serdanê de.