Adar 30, 2021 14:34 Asia/Tehran
  • Wezîrên Derve yên Îran û Efganistanê li ser piştgiriya ji pêşveçûn û serketina danûstandinên aştiyê tekez kirin

Wezîrên Karên Derve yê Efganistanê helwêsta avaker a Îran derheq pêvajoya aşitiya Efganistanê bi nirx û hêja nirxand.

Li gorî ajansa AWA ya Efganistanê wezîrê derve yê Îranê herwiha li kêleka Konferansa Dilê Asyayê bi wezîrê derve yê Efganistanê Muhemed Henîf Etmer re jî hevdîtin pêk anî û pê re ser ser berfirkeirina pêwendiyên du welatan û peymanên navbera du aliyan gotûbêj kir. Du aliyan herwiha li ser qanûnîkirina hatûçûna welatiyên Îran û Efgan bo welatê hevdu sekinîn da ku rê li ber bûyerên tal were girtin.

Gotûbêja ser li darxistina zûtir a Komîsiyona Hevpar a Hevkariyên Aborî yên du welatan mijara din a vê hevdîtinê bû.

Wezîrê derve yê Efganistanê di vê hevdîtinê de helwesta avaker a Îranê li beramber serkevtina gotûbêjên aşitiyê, parastina destkeftiyên pergala komarî û bihêzkirina lihevkirina navçeyî girîng û hêja nirxand û hêvî kir ku ev helwest bandorek erênî û avaker li ser encama Konferansa Dilê Asyayê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê jî di vê hevdîtinê helwêsta hikûmeta Efganistanê  derbarê çareseriya krîza Efganistanê ji riya siyasî û bidestxistina aştiya mayinde, beraqil da zanîn û diyar kir ku Îran amade ye di vê barê de alîkariya Efganistanê bike. 

Serepeyv