Şemxanî: Hevkariyên stratejîk li rojhilat, dê daketina hêza Amerîkayê bilezîne
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê hevkariyêln stratejîk li rojhilat sebeba lezandina daketina hêza Amerîkayê da zanîn.
Li gorî rapora FARS Newsê, Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê roja Duşemiyê di twittekê da tevî amajeya bi nîgeraniya Joe Biden ji wajokirina belgeya Hevkariya giştalî ya Îran û Çînê, nivîsî: Wajokirina belgeya nexşerêya hevkariya stratejîk a Îran û Çînê beşeke siyaseta berxwedana çalak e.
Şemxanî ragihand: Cîhan tenê rojava nîne û welatên rojavayî jî tenê Amerîkaya qanûnşikên û sê welatên ewropî yên bêsoz nînin.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi bîr xist: Nîgeraniya Joe Biden tam durust e, geşbûna hevkariyên stratejîk li rojhilat, daketina hêza Amerîkayê dilezîne.