Adar 28, 2021 15:04 Asia/Tehran
  • Xetîbzade di derbarê hevkariya berfireh a di navbera Îran û Çînê de twît kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê li ser twitterê wiha got: "Hevkariya stratejîk a berfireh di navbera Iranran û Çînê de ketiye qonaxek nû."

Li gor IRNAyê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade, di twîtekê de, di derbarê hevkariya berfireh û giştalî ya di navbera Îran û Çînê de weşand, ragihand: Belgenama derbarê "Bernama Hevkariya Berfireh  û Giştalî ya Îran û Çîn" ku ji hêla Wezîrên Karên Derve yên Komara Îslamî ya Îran û Komara Gel a Çînê ve roja şemiyê hat îmzekirin.

Îran û Çîn di seredana fermî ya Xi Jinping a Tehranê di Sibat 2016 de bi weşandina daxuyaniyan asta têkiliyên xwe gihandin têkiliyên stratejîk. Di xala 6-ê ya vê daxuyaniyê de, her du aliyan amadebûna xwe ji bo şêwirîn û danûstendinê bona îmzakirina belgeyek hevkariya demdirêj ragihand.

Di berdewamiyê de, dezgeha dîplomasiyê ya Îranê, bi hevkariyek nêzik bi saziyên din ên welêt re, di dawiyê de pêşnumayek bernama hevkariya berfireh amade kir û di Îlona 2019 de, di dema seredana wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bo Çînê, ev pêşnûma hate radest kirin bo hukûmeta Çînê.

Çend meh şûnda, di bihara 2020-an de, hikûmeta Çînê bi fermî raya xwe li ser pêşnûmeya pêşniykirî ya Îranê ragihand.

Piştî wê, Wezareta Karên Derve ya Îranê, bi hevkariya saziyên dewletê,  belge hilkoland û pişt re ew derbasî pêvajoya hiqûqî bû. Di dawiyê de, di 23ê Hezîrana 2020 de, Kabîneya Îranê bi fermî destûr da Wezareta Karên Derve ku dest bi danûstandinan û aqubet îmzekirina bername û plana hevkariya berfireh ya li gor berjewendiyên hevbeş ên demdirêj bike.

Despêka payîza 2020-an, Zerîf di seredanek fermî ya Pekînê de, nêrînên serrastker û temamker ên Îranê ji aliyê Çînî re ragihand.

Nêzîkî pênc meh şûnda, di Adara 2021 de, alîyê Çînî nerînên xwe yên li ser belgeyê ji Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê agahdar kir û di dawîyê de ew belgename ji alîyê wezîrên karên derve yên Îran û Çînê ve roja Şemiyê hate îmzekirin. ‌

Serepeyv