Adar 28, 2021 00:22 Asia/Tehran
  • Heta îro 27ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 585 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 846 hezar û 923 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 585 hezar û 697 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8120 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 846 hezar û 923 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 85 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 62 hezar û 308 kesî kesî."

 

Serepeyv