Adar 26, 2021 20:11 Asia/Tehran
  • Eşref Ghenî pesna helwêsta Îranê di derheqê Bendava Kemal Xan de da

Serokomarê Efganistanê helwêsta Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di derheqê xebata Bendava Kemal Xan de baş niraxnd û jê teqdîr kir.

Li gor IRIB Newsê, Eşref Ghenî îro di rûniştina desteya wezîran a Efganistanê deqedirzaniya daxuyaniya wezareta derve ya Îranê derbarê desbikarkirina Bendava Kemal Xan li ser çemê Hîlmendê kir û got: Efxanistan xwe wezîfedar dizane ku Peymana derbarê Hîrmendê binpê neke, abora Efganistanê û Îranê hevdu dikemlînin û tekûz dikin  û hevkariya me bi welatên cînar berdewam dike.

Eşref Ghenî got ku peymana ku ser avê bi Îranê girê daye bi tamî cih tîne û ger Îran zêdtir ji vê peymanê avê bixwaze Efganistan dikare wê bi firoşe Îranê û berdêla wê neftê jê bistîne.

Roja çerşemê Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade derbarê gotinên ku li dema vebûna Bendava Kemal Xan a Efganistinê hatibûn gotin diyar kir: Çemê Hîrmendê rejîma xwe ya huqûqî heye ku li gor peymana sala 1972 di navbera Îran û Efganistanê hat diyarkirin û hikûmeta Efganistanê jî vê heq û mkafê ya Îranê derbarê avê binpê nake.

Serepeyv