Adar 25, 2021 16:20 Asia/Tehran
  • Heta îro 25ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 569 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 830 hezar û 823 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 569 hezar û 697 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7290 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 830 hezar û 823 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 97 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 62 hezar û 142 kesî kesî."

 

 

Serepeyv