Adar 24, 2021 23:52 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 94 kesên din li Îranê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayê hejmara kesên ku heya niha li Îranê ji ber Koronayê can dane gihêşte 62 hezar û 45 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro çarşemê 24 Adara 2021 derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de 7 hezar û 605 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Dr. Sîma Sadat Larî her wiha diyar kir ku heya vê demê li Îranê milyonek û 823 hezar û 317 kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 562 hezar û 709 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Dr. Sîma Sadat Larî  tekez kir: heya vê demê 12 milyon û 284 hezar û 847 testên Koronayê li welêt de cih hatine.

Serepeyv