Adar 24, 2021 15:07 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Welatên ku mafên neteweyan binpê dikin nikarin doza mafên mirovan bikin

Bertekê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bertek nîşanî biryara Civata Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya dijî Îranê da û tekez kir welatên ku mafên miletan binpê dikin nikarin doza mafên mirovan bikin.

Li gor IRNAyê Bertekê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro bertek nîşanî biryara komek ji  welatan ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê di çil û şeşemîn rûniştina Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da û got: "Ev biryar encama dengên perate û lawaz  û bêyî lihevkirin û pejirandina giştalî û navneteweyî ye."

Xetîbzade got: di vê Biryarname de destûrê xebatê Raporterê Taybet hatiye dirêjkirin ku di raporên wî de qala mirina bi dehan zarokên bêguneh û bi sedan nexweşên bêguneh ji ber gihîştina dijwar a derman û alavên pizîşkî û binpêkirina eşkere ya "mafê jiyanê" û "mafê bidestxistina dewa û dermanan". Ew xema dermankirina bi hezaran hemwelatiyên îranî nake.

 Bertekê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Piştgirên vê biryarnamê divê berî her tiştî kiryarên hikûmeta Amerîkayê yên di warê terorîsma aborî û zêdekirina boykotên yekalî û zalimaneû bandora wan a xirab ya li ser îraniyan di warê dabînkirina hewcetiyên bingehîn û dewa û dermanê amûrên pizîşkî de di vê heyama pandemya Koronayê şermezar bikin.

Xetîbzade herwiha got: Digel zextên zalimane yên terorîzma aborî ya Amerîkayê, Îran her gav pabendî berpirsiyariyên xwe li hember welatiyên xwe û civaka navneteweyî bûye.

 Bertekê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê dibêje: Îranê gavên pêşvexistina mafên mirovan di astên neteweyî, herêmî û navneteweyî de avêtine û di pratîkê de pabendê van gavan e.

Serepeyv