Rûhanî: Rawestana li ber koronayê û boykotan dê bibin du armancên girîng ên hikûmetê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku rawestana li ber koronayê û sepandina sizayan dê bibin du armancên girîng ên hikûmetê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê Press, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îro Çarşemê di yekemîn civîna civata wezîran di sala 1400-an de got: "Corona û ambargoyên heyî du armanc in di van çar mehên pêşberî me de û em her roj dixebitina daku barê ambargoyan ji ser milê gel rakin.
Rûhanî, diyar kir ku di 17 hefteyên pêşberî me de heya bidawîbûna çalakiyên hikûmeta niha dê hikûmet rojek bêhnvedanê neke û wiha got: Em ê hemî roj û saetên xwe yên mayî yên dema çalakiya xwe ji bo pêşkeftina welat û bidawîkirina projeyên nîv-qedandî û her weha destpêka çalakiyên ku em ji bo welêt pêwîst dibînin, bikar bînin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Ger hemî aliyên dijber (5 + 1) biryar bidin ku derkevin meydanê û berpirsiyariyên xwe bicîh tînin wekî ku Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî li ser tekez kir, diyar bibe ku wan bi rastî dest ji cezayan berdane, Îran jî dê vegere ser erkên xwe.
Rûhanî herwiha got: Derbarê ziyana ku gihîştiye Îranê, rayedarên welat wê di demên pêdivî de wê bişopînin.
Rûhanî bal kişand ser giraniya Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî li ser hilberînê, Rûhanî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ê teqez pirsgirêka hilberînê dîsa bişopînin."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê de diyar kir: Di warê teknolojî û nûjeniyê de, li welêt tevgerên pir baş dest pê kirin û kompaniyên zanistbingeh di sektora tenduristiyê de guhertinek çêkir.