Heta îro 21ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 555 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Adar 23, 2021 15:33 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 815 hezar û 712 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 555 hezar û 766 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7290 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 815 hezar û 712 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 74 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 61 hezar û 951 kesî kesî."