Emîrebdullahiyan: Desthilatdarên siûdî ji serketina Berxwedana Yemenê mat mane
Destyarê yatbet ê Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di warê navneteweyî da destnîşan kir: Roja îro piştî şeş salan destdirêjiya amerîkî-siûdî, berxwedana Yemenê ser ketiye û desthilatdarên siûdî bi giranî gêj û matmayî bûne.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Husên Emîrevdillahiyan, Destyarê yatbet ê Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di warê navneteweyî da di rûpela xwe ya tora civakî da nivîsî: Şeş sal ji berxwedana gelê Yemenê li hemberî destdirêjiya amerîkî-siûdî derbas bûn.
Wî her wiha nivîsî: Adil Cubeyr wezîrê karên derve yê berê yê Erebistanê îdia kiribû ku di 15 rojan da ew ê husiyan ji nav bibin.
Destyarê yatbet ê Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di warê navneteweyî da her wiha nivîsî: Şer rêkar nîne û rêkara Yemenê tenê siyasî ye.