Adar 23, 2021 00:54 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 80 kesên din li Îranê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayê hejmara kesên ku heya niha li Îranê ji ber Koronayê can dane gihêşte 61 hezar û 877 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro duşemê 22 Adara 2021 derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de 7 hezar û 357 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Dr. Sîma Sadat Larî her wiha diyar kir ku heya vê demê li Îranê milyonek û 808 hezar û 422 kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 549 hezar û 649 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Dr. Sîma Sadat Larî  her wiha got: 3 hezar û 861 pêketiyên Koronayê li beşên curbicur ên tedawiya taybetî yên nexweşxanan hatine razandin.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  tekez kir: heya vê demê 12 milyon û 221 hezar û 274 testên Koronayê li welêt de cih hatine.

Serepeyv