Wezîrê Derve yê Çînê serdana Tehranê dike
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku wê wezîrê karên derve yê Çînê sedana Îranê bike
Li gor Mehr Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade got: Li gorî vexwendina wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî dê roja Înê weree Tehranê.
Xetîbzade got: Di vê seferê de, wezîrê karên derve yê Çînê ji bilî axaftinên digel hevtayê xwe yê îranî, dê digel serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî jî bicive.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê vekolandin û nirxandina rê û şêwazên xurtkirina hevkariya stratejîk a di navbera Îran û Çînê û pevşêwirîna ser geşedanên navneteweyî di bernameya hevdîtinên her du aliyan de cih digire.
Sala 2021 hevdemê pêncî saliya sazkirina têkiliyên dîplomatîk di navbera Îran û Çînê ye.