Adar 21, 2021 16:29 Asia/Tehran
  •  Heta îro 21ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 543 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 801 hezar û 65 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 543 hezar û 119 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7260 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 801 hezar û 65 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 73 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 61 hezar û 797 kesî kesî."

 

 

Serepeyv