Adar 20, 2021 21:30 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 75 kesên din li Îranê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayê hejmara kesên ku heya niha li Îranê ji ber Koronayê can dane gihêşte 61 hezar û 724 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro şemê 20 Adara 2021 derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de 7 hezar û 540 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Dr. Sîma Sadat Larî her wiha diyar kir ku heya vê demê li Îranê milyonek û 793 hezar û 805 kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 536 hezar û 606 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Li gor ragihandina fermî ya welatên cîhanê jimara kesên ku heya vê demê bi Koronayê ketina ji 123 milyon kesan derbas bûye û jimara miriyên ji ber vîrusa Koronayê ji ji du milyon û 715 hezar kesî derbas bûye. 

Serepeyv