Heta îro 19ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 528 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Adar 19, 2021 15:02 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 786 hezar û 265 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 528 hezar û 705 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7620 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 786 hezar û 265 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 68 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 61 hezar û 649 kesî kesî."