Adar 18, 2021 17:55 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 89 kesên din li Îranê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayê hejmara kesên ku heya niha li Îranê ji ber Koronayê can dane gihêşte 61 hezar û 581 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro pêncşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de 7 hezar û 530 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 673 kes di nexweşxanê de hatin razandinê.

Dr. Sîma Sadat Larî her wiha diyar kir ku heya vê demê li Îranê milyonek û 778 hezar û 645 kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê  her wiha îro got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 521 hezar û 377 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha bi bîr xist ku heya vê dem 11 milyon û 976 hezar û 428 testên Koronayê li Îranê hatine encamdan.

Serepeyv