Adar 17, 2021 15:37 Asia/Tehran
  • Heta îro 17ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 514 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 771 hezar û 115 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 514 hezar û 61 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7802 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 771 hezar û 115 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 65 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 61 hezar û 492 kesî kesî."

 

Serepeyv